Li Pey Te

0
Li Pey Te

Helbest bi zimanê kurdî Kurmancî

Gav bi gav ez li pey te diçim,

Di nav şevê û bêdengiyê de.

Şopa te ji min direve,

Ber bi tarîțiyeke dûr ve.

Siya min li pişta te ye,

Bêhna min di valahiyê de ye.

Lê tu dengê min nabihîzî,

Di kûrahiya vê tenêtiyê de.

Her gaveke min dişewite,

Ez li ser komirên agirin diçim.

Binên lingên min reş dibin,

Ji êşeke bêdawî.

Ma destên te yên sar dikarin,

Bê gotin û bê dilovanî,

Dilê min ê westiyayî

Carekê germ bikin?

Dema ez di dilê xwe de gazî te dikim,

Bê deng, bê reng, bê gotin.

Lêvên min bê tevger dimînin,

Lê dilê min dibe deng.


Ekaterina Skar / Edebiyat Gazetesi / Eylül 2026 / Sayı 44

Hiç yorum yok

Yorum Gönder

1932-2025 © Edebiyat Gazetesi
ISSN 2980-0447